Pûtîn: Em ji bo şerekî nukleerî amade ne

Serokê Rûsyayê der barê şandina hêzên leşkerî ji aliyê Amerîka bo Ukraynayê hişyarî da û diyar kir ku ew ê aloziyê kûrtir bike.

Pûtîn: Em ji bo şerekî nukleerî amade ne
13 adar, 2024   19:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro diyar kir ku ew ji bo şerê nukleerî amade ne, lê belê niha ne dema wî şerî ye.

Çapemeniya Rûsyayê da zanîn ku Pûtîn diyar kir ku eger hêzên Amerîkî derbasî Ukraynayê bûn ew ê wan hêzan wek hêzên biyanî bibîne.

Pûtîn der barê şandina hêzên leşkerî bo Ukraynayê hişyarî da û destnîşan kir ku ew ê di encamê de aloziyê kûrtir bike. Her wiha da zanîn ku Rûsya ji bo şerê nukleerî amade ye.

Pûtîn berî çend rojan ji hilbijartinên seroketiyê yên 15 heta 17'ê Adarê gotibû: "Ne her tişt dihêle ew şerê nukleerî pêk bê. Pêwîstiya bikaranîna çekên nukleerî li Ukraynayê jî tune ye."

Pûtîn diyar kir ku Amerîka dizane ku eger ew hêzên xwe li ser xaka Rûsya yan li Ukraynayê bi cih bike wê demê Rûsya dê vê gavê wek destwerdanekê bibîne.

(mh)