Amadekariyên Newrozê li Cizîrê

Li kantona Cizîrê amadekariyên Newrozê tên kirin. Dê li 7 qadan Newroz bê pîrozkirin. Rêveberiya Xweser dê têkildarî hûrgiliyên pîrozbahiyan, 17`ê Adarê li Qamişloyê daxuyaniyekê bide.

Amadekariyên Newrozê li Cizîrê
15 adar, 2025   06:55
QAMIŞLO

Bi boneya Newrozê li kantona Cizîrê komîteya amadekar a pîrozbahiyan amadekariyan dike.

Li gorî agahiyên ku me ji komîteya amadekar girtine, îsal dê li 7 qadan pîrozbahî bên organîzekirin.

14`ê Adarê li kolanên bajaran dest bi xemilandinê tê kirin, ji bo tevlêbûna pîrozbahiyan dê komîteya amadekar serdana partiyên siyasî, rêxistin, rûspiyên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Ermen bike. Her wiha bi rêya komînan dê serdana malbatan bê kirin û ji bo bangê seyare li kolanan bigerin.

15`ê Adarê li bajarên kantona Cizîrê dê tax bi tax agirê Newrozê bê vêxistin.

17`ê Adarê dê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê bername û detayên der barê pîzobahiyên Newrozê, saet 11:00`an li Çerxerêya Efrîn a Qamişloyê ragihîne.

20`ê Adarê jî dê şêniyên li bajaran û nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê li hemû bajaran serdana gorên şehîdan bikin.

(sb)

ANHA