Profesora ji Hindistanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ peyameke gerdûnî ye

Prof. Anuradha Chenoy diyar kir ku pirsgirêk û daxwazên jinan gerdûnî ne û got dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' peyameke girîng û gerdûnî ye.”

Profesora ji Hindistanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ peyameke gerdûnî ye
Profesora ji Hindistanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ peyameke gerdûnî ye
21 tebax 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Li bajarê Kalkûta yê eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê di 9’ê Tebaxê de tecawiz li bijîşkeke jin hatibû kirin û dûre jî hatibû qetilkirin. Piştî tecawiz û kuştina bijîşk, li gelek deverên Hindistanê jin û bijîşk daketin kolanan. Yekitiya Bijîşkan a Hindistanê di 18’ê Tebaxê de banga grevê kir û ragihand ku hemû xizmetên nemecbûrî dê li nexweşxaneyên li seranserî welat bên rawestandin û ji bo cezakirina kujaran 72 saet mohlet da hikumetê.

Di xwepêşandanan de mijareke balkêş jî ew bû ku pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ ya bi kurdî û hîndûyî hate vekirin û ev dirûşm hate berzkirin.

Prof. Anuradha Chenoy a Zanîngeha Cewaharlal Nehru ya Hindistanê li ser çalakiyên jinan ên li Hindistanê ji ANHA'yê re axivî.

‘EV ÇALAKÎ CUDA YE’

Anuradha Chenoy got hem li Hindistanê hem jî li cîhanê û bi taybetî jî li ‘welatên cîhanê yên sêyemîn’ sûcên li dijî jinan zêde dibin û anî ziman ku çalakiya dawîn a li dijî vê yekê jî ji yên berê cudatir e û wiha axivî: “Ev çalakî cuda ye. Ferqa vê ew e ku êdî sûc bi awayekî berbiçav tên ragihandin, jin û tevgerên civakî li dijî sûcan radibin. Polîsan berê hewl dida van sûcan binixumînin û malbatan gelek caran sûcên li hemberî jinan vedişartin. Ji ber ku digotin “namusa wan pîs bûye”. Her wiha piştgirî nedidan jinên mexdûr jî.”

Anuradha Chenoy got gerînendeyê dibistana tibî sûc micid negirtiye û polîsan gotiye dibe ku mexdûr bi întîharê miribe û agahiyên destpêkê yên rast di raporê de cih nekirine û sûc nixûmandiye. Chenoy bi bîr xist ku dayik, bav, heval û hempîşeyên bijîşka hatiye qetilkirin, dengeke mezin derxistiye û bûyer ragihandine rojnameyan û ji bo polîs û zanîngehê îfşa bikin û kujer bên girtin, tevgerek daye destpêkirin.

‘ÇALAKÎ GELEKÎ XURT IN’

Chenoy diyar kir ku divê sûcên li hemberî jinan bên lêkolînkirin û got: "Saziya ku sûc lê hatiye kirin jî divê bi berpirsyariya xwe rabe. Divê polîs hesab bidin. Divê ewlehiya jinan pêk were. Ev çalakî gelekî xurt in. Li dijî hemû kesên ku sûc vedişêrin û li dijî hikumeta eyaletê çalakiyên siyasî her ku diçe mezintir dibin. Ev yek dikare ji bo hikumeta eyaletê krîzan çêke.”

Prof. Anuradha Chenoy ku diyar kir ku dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' peyameke gerdûnî ye û destnîşan kir ku pirsgirêk û daxwazên jinan gerdûnî ne û wiha lê zêde kir: "Tevgerên jinan jî gerdûnî ne. Em hêvîdar in ku encama çalakiyan dê li hemû qadên cemaweriyê bêhtir ewlekariyê bide jinan. Îhtîmaleke mezin dê bandorê bike û rê li ber hin reformên polîsan ên bi mebesta ewlehiya jinan veke. Li Hindistanê jixwe têkildarî destdirêjiya cinsî û ewlehiya jinan qanûn hene. Îhtîmal heye ku ev werin xurtkirin.”

ANHA