‘Piştî peyama Rêber Abdullah Ocalan êdî divê dewleta Tirk gavên berbiçav biavêje’

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku divê rayedarên Tirk piştî peyama Rêber Abdullah Ocalan gavên berbiçav biavêjin. Şêniyan her wiha got "Divê rayedarên Tirk bizanin ku bersivnedana vê pêngavê beriya her tiştî dê zirarê bide Tirkiyeyê."

‘Piştî peyama Rêber Abdullah Ocalan êdî divê dewleta Tirk gavên berbiçav biavêje’
16 nîsan, 2025   02:35
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ku di di 27’ê Sibatê de hat ragihndin, li Kurdistan û cîhanê hat pêşwazîkirin. Rêber Abdullah Ocalan tekez kiribû ku hêza wî ya teorîk û pratîk heye ku qonaxê bi rê ve bibe.

Civakên li herêmê, Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî diyar kir ku divê dewleta Tirk li ser banga Rêber Abdullah Ocalan gavên berbiçav biavêje.

Şêniyê ji Tirbespiyê ya kantona Cizîrê Hisên Xalid diyar kir ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û gelek krîz û şer li Rojhilata Navîn û cîhanê rû didin. Xalid her wiha got: "Em dizanin ku ev pirsgirêk ji nêz ve bi hev ve girêdayî ne, ji wan jî pirsgirêka Kurd e ku Rêber Abdullah Ocalan amadebûna xwe ya ji bo çareserkirinê vê pirsgirêkê anî ziman, bi taybetî piştî ku hemû aliyan fêm kir ku çareseriya leşkerî bê kêr e.”

Xalid da zanîn ku gelek aliyên xwecih, herêmî û navneteweyî piştgirî daye banga Rêber Abdullah Ocalan û got: "Lê belê rayedarên Tirk ji bo ku niyeta xwe ya baş nîşan bidin, ti gavên berbiçav neavêtiye. Divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were, girtîgeh bên vekirin, azadiya derbirînê û xebata siyasî bê dayîn."

Şêniya bi navê Rehma Mela Beşîr destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji hêla gel hatiye piştgirîkirin, ji ber ku gelê Kurd û pêkhateyên din ên civakê girîngiya vê pêngavê fêm dikin û baweriya wan bi hêza wî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî heye.

Rehma Mela Beşîr diyar kir: "Tirkiyeyê heta îro ji bo pêngava Rêbertî gavên cidî neavêtiye. Divê rayedarên Tirk zanibin ku bersivnedana vê pêngavê beriya her kesî wê zirarê bide Tirkiyeyê.”

Her wiha Naîm Osman jî diyar kir ku îro ji rayedarên Tirk tê xwestin ku ji bo aştiyê gavan biavêjin û got: "Divê hêzên navneteweyî zextê li Tirkiyeyê bikin da ku ber bi aştiyê ve biçe.”

(k)