Parêzvanên bendava Tişrînê: Em bendavê terk nakin

Şervanên Bendava Tişrînê diparêzin, diyar kir ku parastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê ye û da zanîn ku ew bendavê terk nakin.

Parêzvanên bendava Tişrînê: Em bendavê terk nakin
25 ÇILE, 2025   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN
SILAVA EBDUREHMAN- EHMED SEMÎR

Şervanên zêdetirî meh û nîvekê Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diparêzin, ji ajansa me re axivîn.

Şervan Ronî Qamişlo got: “Em ê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi desteka balafirên şer û yên bêmirov têne kirin, bidomînin. Em gavekê paşde naavêjin. Her çi qasî çekên giran di êrişên xwe de bi kar bînin jî, dê serkeftin para me be. Çi dibe bila bibe dê bendav di bin parastina me de bimîne. Em ê nehêlin ew senaryo dubare bibe ku piştî dewleta Tirk a dagirker stasyona avê ya Elokê dagir kir, av li ser Hesekê qut kir.”

Şervanê bi navê Casim Reslan jî got: “Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de balafirên şer bi kar tîne. Her çi qasî çete hewl didin ber bi Bendava Tişrînê ve bi pêş de werin, em bi moraleke bilind êriş û hewldanên wan têk bibin. Nikarin li hemberî me bisekinin. Em ji bo tevahî Sûriyeyê bendavê diparêzin. Eger dest deynin ser bendavê, dê tevahî Sûriyeyê wêran bikin. Lewre em jî berxwedanê mezintir dikin. Em bendavê naterikînin, wê xwîna şehîdan vala neçe.”

Her wiha şervan Fehed Silêman jî got: “Aliyê ku em bi wan re şer dikin, bêyî balafirên şer, newêrin ber bi herêmên me ve bi pêş de werin. Tevî desteka balafiran jî nikarin li hemberî me bisekinin. Bendava Tişrînê ya me ye, em jê dernakevin û jê venakişin.”

(bb)

ANHA