Piştî êrişê rewşa gundewarê Reqayê aram e

Piştî êrişa şevê din a li derdora gundê Xanim El Eî yê Reqayê, îro rewş li herêmê aram e. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî tedbîrên xwe zêde kirin.

Piştî êrişê rewşa gundewarê Reqayê aram e
16 mijdar, 2025   10:36
REQA

Hêzên hikumeta veguhêz şevê din êrişî derdora gundê Xanim El Elî yê Reqayê kir. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiva êrişê da û êriş têk bir. Ji vê sibehê ve li gundewarê Reqayê rewş aram e.

QSD’ê li hemberî êrişên gengaz tedbîrên parastinê zêde kirine.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku şervanan êrişeke komên çekdar ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser gundewarê Reqayê têk bir.

QSD`ê daxuyand ku di encama êrişê de 3 şervanên wan birîndar bûne.

(k)