Piştî êrişa li ser baregeha koalîsyonê embarek genim şewitî

Piştî êrişên dronan ên li ser baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Qesrikê, embarek genim şewitî.

Piştî êrişa li ser baregeha koalîsyonê embarek genim şewitî
Piştî êrişa li ser baregeha koalîsyonê embarek genim şewitî
Piştî êrişa li ser baregeha koalîsyonê embarek genim şewitî
Piştî êrişa li ser baregeha koalîsyonê embarek genim şewitî
Piştî êrişa li ser baregeha koalîsyonê embarek genim şewitî
29 adar, 2026   10:54
HESEKÊ

Derengiya şevê bi dronan êrişî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li herêma Qesrik ê bajarokê Til Beyder ê bakurê bajarê Hesekê hat kirin.

Hêzên Amerîkayê yên li baregehê dronek li taxa Til Ehmerê ya bajarê Til Temirê û yek li gundê Til Mesasê yê heman bajarî xist.

Nûçegihanê me ji herêm ragihand ku hin dron li embara genim a li derdora baregehê ketin û şewat derket, di encamê de miqdarek mezin a genim şewitî.

Ji destpêka şerê Îsraîl-DYA û Îranê ve, ev êriş a 4'an li ser herêmê ye.

(bb)

ANHA