YE'yê ji bo Siwêdayê bang kir

Yekitiya Ewropayê xwest pêşniyarên di rapora Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî bûyerên tundiyê yên li Siwêdayê de hatine kirin, werin bicihanîn û hemû  berpirsên sûcan hesab bidin.

YE'yê ji bo Siwêdayê bang kir
29 adar, 2026   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Yekitiya Ewropayê (NY) der barê rapora Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî bûyerên tundiyê yên li Siwêdayê de daxuyaniyek da.

Berdevkê YE'yê rapora komîsyonê wekî "Gaveke girîng ji bo pêkanîna edaletê û  lêgerîna hesabpirsînê li Sûriyeyê ye" bi nav kir. Desthilata Sûriyeyê jî di nav de bang li hemû aliyan kir ku bi lez pêşniyarên di raporê de hatine kirin bi cih bînin, hesab ji hemû berpirsên sûcan bixwazin û edaletê ji qurbaniyan re pêk bînin.

Berdevk her wiha got, "Ji bo binpêkirin dubare nebin divê garantî werin dayîn û tedbîrên bilez ên pêşxistina diyalogan û avakirina baweriyê werin girtin."

Berdevk, ev tedbîr wekî hêmanên sereke yên serxistina lihevhatina nîştimanî û pêvajoya veguhêz bi nav kir û banga piştgiriya pêvajoya veguhestina aşiyane ya giştî li Sûriyeyê û rêzdariya li mafên tevahî Sûriyeyan kir.

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî bûyerên tundiyê yên ku di Tîrmeha sala borî de li Siwêdayê qewimîn, roja Înê rapor weşandibû. Komîsyonê di raporê de diyar kiribû ku di bûyerên tundiyê yên 14-19’ê Tîrmehê de zêdetirî hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 200 hezar kes ji cihên xwe hatin kirin. Her wiha îşaret pê kir ku înfazkirin, îşkencekirin, tundiya fîzîkî û şewitandina malan jî di nav de binpêkirinên xeternak ku dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî hatin kirin.

(bb)