Piştî 4 mehan Kehrebe gihîşt Kobanê û hin gundewarên wê

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê Welîd Ciman diyar kir ku di encama xebata 4 mehan careke din ceyran gihandiye Kobanê û hin gundewarên wê.

Piştî 4 mehan Kehrebe gihîşt Kobanê û hin gundewarên wê
13 nîsan, 2025   10:52
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Pêdiviya ceyranê (kehrebe) ya Kantona Firatê piranî ji Bendava Tişrînê tê pêşwazîkirin. Lê dewleta Tirk a dagirker ji 8`ê Kanûna 2024`an ve êrişî bendavê  û di encamê de xetên ceyranê ji xizmetê derketin û di serî de Kobanê, piraniya herêmê bê ceyran û av ma.

Li hemberî van êrişan li aliyekê gelên herêmê li kêleka şervanên QSD û YPJ`ê berxwedana dîrokî ya Tişrînê dan destpêkirin, li aliyê din Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê tevî hemû astengiyan hewl da ku pêdiviya ceyran û avê pêşwazî bike.

Di encama keda 4 mehan a ekîbên desteyê de, ceyaran careke din ji bo Kobanê û beşek gundewarên wê hat dayîn.

`KEHREBEYA 660 GUNDÊN KOBANÊ Û SIRÎNÊ QUT BIBÛ

Hevserokê Desteya Enerjî ya Kantona Firatê Welîd Ciman derbarê mijarê de agahî dan ANHA’yê û bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker ji bilî êrişên li ser Bendava Tişrînê binesaziya herêmê, stasyonê avê yên Sirrîn û Kobanê jî kiribûn, hedef, lewma ceyran û av qut bibû.

Welîd Ciman destnîşan kir ku di encama êrişan de xeta ceyranê ya binavê 66 hat qut kirin, lewma ceyrana 360 gundên Kobanê û 300 gundên bajarê Sirînê bi tevahî hate qutkirin.

ENCAMA XEBATA 4 MEHAN

Welîd Ciman anî ziman ku ekîbên wan ji bo çêkirina xeta ceyranê ketibûn nava hewldanan da ku ceyranê bigihînin gund û bajaran, lê her carê ji ber êrişan xebata wan ne gihîştiye encamê.

Di berdewama axaftinê de Welîd da zanîn ku berxwedana gelan a li ser bendavê tevkariyek gelek mezin daye wan jî ku xetên ceyranê sererast bikin û got: “Di 4 mehan de gel bê kehrebe û av man, lê tu carî em bi tenê nehiştin û bi me re bûn alîkar. Em berxwedana gel silav dikin. Demeke dirêje tehmûl kirin û niha kehrebe gihiştiye bajarê Kobanê û hin gundewarên wê."

Welîd Ciman diyar kir ku ew niha hewl didin xetên din jî sererast bikin da ku karibin kehrebeyê li tevahî gundewarên bajarê Kobanê û Sirînê belav ikin.

`XETÊN ÇÊKIRÎ KEREKE DIHIJIN WIR`

Di dawiya axaftinê de Hevserokê Desteya Enerjî ya Kantona Firatê Welîd Ciman bang li gel kir ku parastina ceyranê bikin û bi wan re bibin alîkar. Welîd Ciman got ku sîstema kehrebeyê ya ku niha tê dayîn demkî ye, ji bo sererastkirinê hîn gelek kar pêwîst dike û got : “Deverên ku xet hatine çêkirîn kehrebe bi awayekî demkî digihîje gel, lê deverên ku xetên wan li erdê ne, kehrebe nagirin, divê xet werin çêkirin.”

ANHA