Piştî 10 salan li Çiyayê Çiravê Newroz hat pîrozkirin

Li quntara Çiyayê Çiravê ya navçeya Dihê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê piştî 10 salan Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin.

Piştî 10 salan li Çiyayê Çiravê Newroz hat pîrozkirin
19 adar 2024   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Newrozê piştî 10 salan bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li herêma Kanî Mergî ya li quntara Çiravê ya navçeya Dihê ya Sêrtê hat lidarxistin. Li qada ku bi rengên kesk û sor û zer hat xemilandin parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal Aslan û Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, DEM Partî, endamên Meclisa Partiyê yên DBP’ê û bi hezaran kes beşdar bûn.

Agirê Newrozê bi çepik, dirûşme û tilîliyan hat pêxistin. Parlamenter Newroz Ûysal ku piştî govendgerandin û berzkirina dirûşmeyan axivî, Cejna Newrozê li berxwedêran pîroz kir. Ûysalê gava Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir qad bi çepik, dirûşme û tilîliyan olan da.

Ûysal got: “Îro li gelek deverên cîhanê agirê Newrozê hat pêxistin. Newroza ku li vir li qûntara Çiravê tê pîrozkirin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Em Newroza gelê qedîm yê Botanê pîroz dikin. Newroz piştî 10 salan li vir tê pîrozkirin. Li dijî hemû polîtîkayên zext û zilmê, em tevî baranê jî bi hezaran kes li vir in û girseya li vir peyama em li vir in, em ê hebin didin. Ji vê qadê em silavên xwe ji birêz Ocalan re ku ruh daye Newrozê û 25 sal e di bin tecrîdê de ye, dişînin. Em Newroza wî pîroz dikin.”

Tevî baranê jî girse dest ji qadê berneda û Newroz pîroz kir. Piştî axaftinan hunermend Şîlan Dora û hunermendên herêmî derketin ser dikê û li ber stranan govend hatin gerandin.