Li Qamişloyê semînerek li ser çareserî û astengiyên pêşberî Hevpeymana Civakî

Endamê Komîteya biçûk a Hevpeymana Civakî Sîhanok Dîbo diyar kir ku gavên pratîkî yên Hevpeymana Civakî bi rêk û pêk bi rê ve diçin û ew ji bo dozên civakê, jin, jîngehê û krîza Sûriyeyê çareserî ye.

Li Qamişloyê semînerek li ser çareserî û astengiyên pêşberî Hevpeymana Civakî
Li Qamişloyê semînerek li ser çareserî û astengiyên pêşberî Hevpeymana Civakî
Li Qamişloyê semînerek li ser çareserî û astengiyên pêşberî Hevpeymana Civakî
Li Qamişloyê semînerek li ser çareserî û astengiyên pêşberî Hevpeymana Civakî
19 adar, 2024   23:57
QAMIŞLO

Bi sernavê ˊHevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çareserî û astengîˊ HRRKˊê li navenda xwe ya Qamişloyê bi beşdariya bi dehan kesayetên rewşenbîr, wêjevan û hunervean semînerek da.

Di beşa yekê ya semînerê de Sîhanok Dîbo diyar kir ku Hevpeymana Civakî encama 100 salên borî ji rewş û rastiya di krîz û pirsgirêkên civakî de hatine jiyîn e, bi taybet di krîza Sûriyeyê de.

Dîbo li ser pirsgirêk û krîzên civakên herêmê tê re derbas dibin şîrove kir, her wiha made û bendên Hevpeymana Civakî şîrove kirin û got: "Hevpeyman bi rêya 134 madeyan girîngiyê dide avakirina pergala demokratîk, pirrengî ne etnîkî bi rêya xwerêvebirina civakê bi xwe ye. Girîngiyê dide çareserkirina dozên Kurdî, Suryanî, aborî, jin, ciwan û jîngehê."

HELWESTÊN NAVNETEWEYÎ JI HEVPYEMANA CIVAKÎ

Der barê helwestên fermî yên navneteweyî û herêmî ji Hevpeymana Civakî de Dîbo wiha domand: "Hevpeymana Civakî bi tevahî aliyên navneteweyî û herêmêî re; muxalefeta Sûriyeyê, Amerîka, dewletên Koalîsyona Navnetweyî, Rûsya û Komkara Ereban re hat parvekirin. Lê tu helwesteke fermî ne bi redkirin ne jî bi qebûlkirinê nehatiye dayîn. Şam jî di nav de. Lê tevahî şahid in ku ev hevpeyman ji bo krîzê çareserî ye."

HEVPEYMANA CIVAKÎ DI PRATÎKÊ DE GIHAŞTIYE KU DERÊ?

Li ser plana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî de, Dîbo wiha domand: "Ji erêkirina li ser hevpeymanê ve gavên girîng tên pêkanîn; ji wan avakirina Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî, avakirina Komîseriya Bilind a Hilbijartinan. Herî kêm heta 10 rojan dê qanûna hilbijartinan, dabeşiyên rêveberiyê ji bo pêkanîna hilbijartinên şaredariyên di dawiya Nîsanê de jî bi dawî bin."

Li ser astengiyên li pêşberî hevpeymanê, Dîbo wiha dawî li gotina xwe anî: "Astengiyên girîng, redkirina desthilatên navendî û dewletan ji vê hevpeymanê re ye, ji ber ku ev hevpeyman nakeve xizmetî wan. Ji wan jî dewleta Tirk ku hewl dide projeya xwe ya Osmanî pêk bîne ku dagirkeriya xwe firhe bike. Hîlala Şîe jî siyaseta Îranê ye. Şam jî hewl dide desthilata xwe ya navendî biparêze. Ev hemû astengî ne."

(fr)

ANHA