Artêşa Îsraîlê: Li başûrê Lubnanê 2 leşkerên me birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di encama avêtina moşekan ji başûrê Lubnanê ber bi nuqteyên li Celîl ve 2 leşkerên wan birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê: Li başûrê Lubnanê 2 leşkerên me birîndar bûn
19 adar 2024   22:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wê bersiva êrişan da û kombûyînên leşkerî yên Hizbullah li bajarokên Îta Şeib, Meys El Cebel, Edîsa, Naqora, Keferkela yên li başûrê Lubnanê hedef girtin.

Li aliyê xwe ve jî, Hizbullah a Lubnanê ragihand ku wê nuqteyên hêzên Îsraîlê yên li ser sînorê di navbera Lubnan û Îsraîlê de hedef girtin.

Hizbullah anî ziman ku endamên wê hêzên Îsraîlê li nuqteya Berket Rîşa û tevgerên leşkerên Îsraîlê li nuqteya Malkiyê, her wiha li başûrê nuqteya Biranîbet, li derdora girê Teyhat hedef girtin.

(fr)