Dadgeha Dihokê 3 sal ceza da Silêman Ehmed

Dadgeha Dihokê 3 sal ceza li rojnamevan Silêman Ehmed birî.

Dadgeha Dihokê 3 sal ceza da Silêman Ehmed
29 tîrmeh 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî 279 rojên di girtîgeha PDK’ê de, rojnamevan û edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed, li Dihokê hat dadgehkirin.

Dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.

Her wiha dadgehê rê neda nûnerê UNAMI ku tev li rûniştina dadgehê bibe.

Tê payîn li ber dadgeha Dihokê xizmên Silêman Ehmed, parêzerên wî û nûnerên UNAMI daxuyaniyekê bidin.