Pirtûka 'Berxwedan' gihîşt ber destê xwendevanan

Pirtûka 'Berxwedan' a rojnamevana Îtalyayî Laûra Schrader, ku li ser serpêhatiya aştî û berxwedanê ya 20 salên dawî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye nivîsandin, gihîşt ber destê xwendevanan.

Pirtûka 'Berxwedan' gihîşt ber destê xwendevanan
30 mijdar 2023   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojnamevan a Îtalî Laûra Schrader ku di nava Komîteya 'ji Abdullah Ocalan re Azadî ' cih digire, li ser hewldanên aştiyê yên Rêber Abdullah Ocalan ên li Girtîgeha Îmraliyê, têkildarî berxwedana li Kurdistanê ya bi fikir û felsefeya Ocalan pirtûka 'Berxwedan' amade kir. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Edîzîone Pûnto Rosso ve hate weşandin.

Nivîskara pirtûkên I Fuochi del Kurdistan (Agirê Kurdistanê), Civilta e Verita (Şaristanî û Rastî) Laûra Schrader, bi pirtûka Berxwedan (La Resistenze del Popolo Kurdo Contro il Genocidio di Erdoğan) re berxwedana gelê Kurd a li dijî qirkeriya Erdogan nirxand.

Nivîskar di pirtûka Berxwedan de cih dide berxwedana li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê gelê Kurd ve li dijî şerê îmhayê yê topyekûn tê meşandin.

Nivîskar jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan bi berfirehî dinirxîne û destnîşan dike ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li hemberî bi milyonan Kurdan tecrîd tê ferzkirin.

Nivîskar serhildanên gelê Kurd, şerê efsanewî yê gerîla û pêşengiya jinên Kurd a li nava şer û qada civakî bi bûyer û belgeyên şênber nîşan dide.

Pirtûk qala hewildanê aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ji agirbesta giştî ya sala 1993'an û vir ve dinirxîne û qala Komên Aştiyê, Civînên Oslo û peyama li Newroza 2013'an dike. Nivîskar performansa Ocalan a ji bo aştiyê, her wiha pêşdîtinên wî bi berfirehî nîşan dide. Di heman demê de pêvajoya ku Erdogan di sala 2015'an de şer îlan kir, bi hemû aliyên xwe dinirxîne.

Di pirtûkê de her wiha qala şoreşa li Rojava, berxwedana Kobanê, berxwedana Şengalê tê kirin û tê destnîşankirin ku li dijî mejiyê DAÎŞ'ê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê jî bi detayan tên nirxandin.

Pirtûk diyarî kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.