Peymana Sûriye û Îsraîlê û Çareseriya Du Dewletan rojevên rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî îro têkildarî beşdariya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di civînên NY`yê de û mijara peymana ewlehiyê ya Sûriye-Îsraîlê, her wiha pêvajoya dîplomatîk a piştgiriya ‘çareseriya du dewletan’ û naskirina dewleta Filistînê nivîsîn.

Peymana Sûriye û Îsraîlê û Çareseriya Du Dewletan rojevên rojnameyên erebî bûn
24 îlon, 2025   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî bal kişand ser civînên li New Yorkê, beşdariya Ehmed El Şari di civînên Lijneya Giştî ya NY`ê de û mijara ‘çareseriya du dewletan’.

NÊZÎK PEYMANA SÛRIYEYÊ Û ÎSRAÎLÊ

Rojnameya Okaz nivîsî ku serdana El Şari "ne tenê hebûneke protokolê bû li Neteweyên Yekbûyî (NY) lê wek nîşana vegera Sûriyeyê bo qada navneteweyî bû, piştî salên dirêj ên şer, tecrîd û cezayan”.

Rojnameyê destnîşan kir ku di serdanê de gelek peyam hebûn, bi taybetî gotûbêja têkildarî peymaneke ewlehiyê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de bi navbeynkariya DYA’yê. Rojnameyê da zanîn ku "pêkanîna vê peymanê dê hevsengiya herêmê biguherîne". Di heman demê de, Washington li destkeftiyeke siyasî ya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump digere. Îsraîl jî li aliyê ewlehî yê vê mijarê dinêre û dixwaze sînorên wê aram bin. Lê Sûriyeyî di wê baweriyê de ne ku ev peyman "vebijêrka nexerab" e li gorî rewşa xerab a welatê wan.

‘NASKIRINA DEWLETA FILISTÎNÊ... DENGVEDANÊN DÎROKÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewsat der barê bandorên naskirina navneteweyî ya dewleta Filistînê de nivîsî û destnîşan kir ku pêvajoya nû "hin erkên nû diavêje ser Filistînê”, divê ji avakirina demokrasiyeke durist û reformên girîng, xebateke hevbeş were kirin. Piştî ku serok serok Mehmûd Ebas diyar kir ku dewleta Filistînê dê bê çek be û dê tu rola Hemasê di rêveberiyê yan ewlehiyê de tune be.

Rojnameyê da zanîn ku armanc avakirina siberojek e ku filistînî û îsraîlî tê de di nava aştî û ewlehiyê de bijîn û têkiliyên baş li herêmê pêk werin.

(k)