Peyamên 8’ê Adarê yên jinên sûriyeyî

Jinên çalakvan ên sûriyeyî diyar kir di aloziyê de berpirsyariyên mezintir dikevin ser milê jinan û got “Em ezmûna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên xwe pêk bînin."

Peyamên 8’ê Adarê yên jinên sûriyeyî
8 adar, 2024   04:36
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, jinên çalakvan ên sûriyeyî ji ajansa me re axivîn.

Rojnamevan û çalakvana sivîl a ji Siwêdayê Suhêl Esaf bal kişand ku jin bi serbilindiya bi destkefiyên xwe 8’ê Adarê pîroz dikin û got, jinên ku dê roja xwe pîroz bikin destkeftiyên hiqûqî ji bo her kesî bi dest xistine.

Çalakvana sivîl û nûçegihana ji Siweydayê Suhêl Esaf têkildarî rewşa jinan û got: "Jinan li qadên giştî 8`ê Adarê pêşwazî dikin û gelek destkeftî bi dest xistine. "

Suhêl wiha domand: "Bi nêrîna min, jinên dê ev roja xwe pîroz bikin, bi hev re gelek destkeftiyên hiqûqî ji her kesî re bi dest xistin. Azadî û destkeftiyên hiqûqî ji hev cuda nabin. Ji ber wê aliyê mexdûr dikare dawa mafên xwe bike yên ku ji dest dane. Li welatê me, civak ji gelek mafan bê par e. Jin divê li gelek eniyan tê bikoşe ji ber ku erka wê girêk e. Civakê ku tovika zanîstê li cem nîne, nikare bi pêş keve. Ji ber ku hîna di pirsgirêk, têgeh, têgînên girêdayî vê pirsgirêkê yan jî doza ku divê bê guhertin an jî pêşxistin, negihiştiye."

Suhêl wiha pê de çû: "Wek encam, pêvajoyeke tevlihev e û hem xebateke fikrî hem jî rasteqîn pêwîst dike.  Her aliyek mexdûr teqez di wê pêvajoyê de ye. Şaştî di civaka me ya aloz de ku ji ber siyasetên leşkerkirinê û partiyên totalîter e ku têkoşîna me derdikeve hole ku hêdîka bi pêş dikeve. Ji ber ku pêwîstiya civakê tev da bi ji nû ve hilberandineke giştî ya fikrî heye. Eke civak bi cudabûnê û pirrbûnê bawer nekir, rewşa serbixwe ya jinan qebûl nake.”

‘BAWERÎ Û RÊBAZÊN FIKIRANDINÊ LI GORÎ PÊWÎSTIYÊ DIGUHERIN’

Suhêl destnîşan kir ku li gel nezaniyê û hikumdarên cehaletê, xuyaye ku vîna tevgerê bi hêz e û her gavek ku heta "wek şûna perperîkekê be jî", serkeftin e.

Li gorî Suhêl derketina jinan ji mal û çûyîna kar bi hejmar ewqas mezin ruxmî fişaran û hebûna wê li qadên şoreşê jî gaveke pêşketî ye.

Çalakvana sûriyeyî diyar kir ku bawerî û rêbazên fikirandinê li gorî pêwîstiyan tên guhertin û beriya çenda salan jî her pêşniyarek ji bo azadiya jinan dihat kirin, ji aliyê jinan berî mêran ve dihat redkirin  lê belê di heman demê de got: "Ruxmî wê jî, lê her pêşketinek jin bi dest dixe, diyar dike ku rewşa ber bi zanabûneke din ve diçe. Li vir li cihê ez lê dijîm, hewldan kêm in ji ber ku li gel aloziya giran, însiyatîfên sivîl in. Jin neçar dibe ku li gel şert û mercên zehmet kar bike. Ev rewş fikreke wisa dide wê ku azadî tê wateya zulmek din. Ji ber ku beyî amadekariyeke fikrî, şoreş dest pê kir."

Der barê tevgera jinan li gel guhertinên siyasî û hişmendiyê de Suhêl got: "Jin hewl dide civakê îqna bike ku bihaneyên karê wê hene û bingeha wê urf û adetan e û karê takekesî, tu hêzeke bi bandor û bi fişar naafrîne. Destkeftî li gorî hawîrdorê û hêza civakê ya hilberandina karekî birêxistinkirî û sîstematîk e. "

Di dawiyê de Suhêl got: "Cîhanek heye ku jin rû bi rûyî aloziyên desthilatdarî, bawerî û taîfî ye. Jin bi rêya rizgarkirina civakê ji zulmê û partiyên totalîter dikare rizgar bibe."

'PÊWÎSTIYA ME BI QEDANDINA HIŞMENDIYA PAŞVERÛ HEYE’

Çalakvana feminist a ji Helebê Meha El Ehmed jinên sûriyeyî ji bo xwe û civakê rizgar bike pêwîste hişmendiya paşverû ya mîraseya serdema cahiltiyê ya ku jinan di çarçoveya malê de dihêle wê ji mafên wan bê par dihêle, rakin.

Meha El Ehmed diyar kir ku divê çanda ku mêr piştevanê jin be were belavkirin û got, dema jin azad be hingî dê karibe nifşekî zane ava bike.

‘EZMÛNA JINAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ PÊK BÎNIN’

Meha El Ehmed bal kişand ser ezmûna jinan a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Bi gelemperî di civakên Kurdan de taybetmendiyên jinan hatin parastin, çarçoveyek mezin ji bo jinan hate dayîn da ku xwe îsbat bike, lê li herêmên din pêwîstiyê jinan bi desteke mezin heye da ku rewşa wan ber bi ewlehiyê ve were guhertin û tevahî rêbazên çewisandin û terorê werin rakirin."

Meha destnîşan kir ku dagirkeriyên li ser erdîngariya Sûriyeyê çêbibû li pêşiya azadkirina mêran û jinan dibûn kelem, lewma pêngava yekemîn a rizgarkirinê bi qedandina dagirkeriyan dest pê dike.

Çalakvana feminist Meha El Ehmed bi boneya 8’ê Adarê ev peyman da jinên sûriyeyî "Xwe ji hundir ve azad bikin, nifşekî nû bêyî nîjadperest ava bikin. Hezkirina ax û welat bixin dilê wan da ku bibin nifşekî çalak ê xwedî nirxekî bilind û ezmûneke mîna ya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin."

(şx)

ANHA