‘8’ê Adarê ji bo me roja aşkerakirina sûcên li dijî me ye’                                           

8`ê Adarê ji bo jinan li kantona Tebqayê, rojeke taybet e ku bi rêya wê sûcên qirkirinê yên li dijî jinan aşkera dikin û li hemberî wan sûcan têkoşîn û berxwedanê mezin dikin.

‘8’ê Adarê ji bo me roja aşkerakirina sûcên li dijî me ye’                                           
8 adar, 2024   03:33
TEBQA
SELAM KÊRWAN

Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re, jinên li kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşînê û berxwedanê li hemberî siyasetên hovane yên li dijî jinan mezin dikin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriye Pêşerojê ya kantona Tebqayê Barîn Mamo ev roj li tevahî jinan li cîhanê pîroz kir û tundiya li dijî jinan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriye Pêşerojê Şeze El Elî jî got: "Ji bo me 8`ê Adarê, roja aşkerakirina sûcên li dijî jinan û mezkirina têkoşînê ji bo aşkerakirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan e."

Şeze bang li jinan kir ku tev li serhildana azadiyê bibin ku ji zêdetirî 100 salî ve ji aliyê karkerên jin ve dest pê kiriye.

Şeze Elî wiha domand: "Em ê zordestiyê têk bibin ku dijminê yekemîn ê jinan e. Em ê azadiyê û aştiyê bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên jinan bi dest bixin ku di oxira parastina azadiya jinan de, canê xwe fedak kirin."

Endama rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Tebqayê Nûr El Henefî got 8`ê Adarê ji bo jinan rojeke taybet e û bang li jinan kir ku tundiyê û zordestiya li dijî wan, bi dawî bikin, wekhevî û edaletê li tevahî saktorên jiyanê pêk bînin.

Nûr bal kişand ser dirûşma îsal a çalakiyên 8`ê Adarê (bi vîna jina azad em siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bi dawî bikin) û got: "Dirûşma îsal taybet e. piştrast dike ku em li hember dagirkeriyê û zihniyeta baviksalariyê disekinin. Her wiha destnîşan dike ku têkoşîna me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin berdewam e. Bi saya wî jin rizgar bû û qirkirina li dijî jinan bi dawî bû."

Endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zanûbiya Huda El Elî jî got: "Jinan li herêmê di birêxistinkirina şoreşê de roleke pêşeng lîst. Karî Şoreşa 19`ê Tîrmehê bike şoreşa xwe. Bi saya fikr û çanda jinan destkeftiyên balkêş bi dest xistin ku bingeha wê rêgezên azadiyê û ronakbîriyê ye."

Huda bang li tevahî jinan kir ku li hemberî zulm û zordestiyê û pergalên jinan diçewsînin serî hildin û rola xwe ya pêşeng di belavkirina azadiyê û wekheviyê de li seranserî cîhanê bilîzn.

(şx)

ANHA