Pexşan Ezîzî 100 roj e nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike

Kampanya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî ragihand ku 100 roj di ser qedexekirina hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wê re derbas dibe. Kampanyayê  carek din daxwaza betalkirina cezayê yê Pexşan Ezîzî û serbestberdana wê kir.

Pexşan Ezîzî 100 roj e nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike
16 cotmeh, 2024   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî bi rêya medya dijîtal zanyariyan li ser rewşa Pexşan Ezîzî belav kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku 100 roj di ser qedexekirina hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wê re derbas dibe.

Her wiha di daxuyaniyê de rênedana hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wê wek binpêkirina herî berbiçav a mafên mirovan ji aliyê desthilata Îranê hate pênasekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:“Em daxwaz dikin demildest cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn were betalkirin û demildest were berdan.”

Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de ye cezayê darvekirinê hate dayîn.