Pêvajoya qeydkirina daxwaznameyên hemwelatîbûnê dest pê kir

Li Qamişlo, Çilaxa, Hesekê û Dêrikê serlêdanên ji bo qeydkirina wergirtina hemwelatînbûnê, dest pê kirin.

6 nîsan, 2026   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Qamişlo, Çilaxa, Hesekê û Dêrikê navendên qeydkirina daxwaznameyên wergirtina hemwelatîbûnê ji bo şêniyên Cizîrê yên di dema rejîma berê de ji hemwelatîbûnê hatibûn bêparkirin, hatin vekirin. Pêvajoya qeydkirinê dê heta 6 meha Gulanê berdewam bike. 

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Demkî, dê di qonaxa yekem de daxwazname werin wergirtin û belge werin lênerîn, ji bo amadekariya temamkirina pêvajoya dayîna hemwelatîbûnê.

Li Qamişlo, daxwazname li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê û li Çilaxa jî li Ofîsa Tomarkirina Sivîl a bajêr têne wergirtin.

Serokê Komîteya Navenda Çilaxa, Celal El Ehmed, ji ajansa me re diyar kir ku navend dê mehek tevahî bixebite û her roj ji saet 09:00 sibê heta 15:00 piştî nîvro daxwaznameyan werbigire.

Endamê tîma hiqûqî ya Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê, parêzer Omar Daman diyar kir ku daxwazname li ser du beşan têne qeydkirin û ev agahî dan "Saxwaznameyên takekesî ji bo kesên ku hîn hemwelatîbûn negirtine û daxwaznameyên malbatî ji bo endamên malbatê yên neqeydkirî, çi li hundirê Sûriyeyê bin çi li derveyî welêt bin".

Endamê Komîteya Rêveberiya Xweser ê  ji bo wergirtina daxwaznameyan hatiye erkdarkirin Yûnis Hacî anî ziman ku komîte li ser temamkirina formên daxwaznameyên hemwelatîbûnê dixebite da ku pêvajoyek bêkêmasî û rêkûpêk pêk bîne.

Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di destpêka Nîsanê de ragihand ku wan dest bi qebûlkirina daxwaznmeyên ji bo hemwelatîbûna Sûriyeyê, kiriye. Ev yek di roja Duşemê, 6`ê Nîsanê de, wekî beşek ji qonaxa yekem a bicîhanîna fermanê dest pê kir.

Ji bo qeydkirina daxwaznameyan jî li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Çilaxa, Dêrik, Heleb, Dêrazorê, Reqa û Şamê, navend hatine destnîşankirin.

Ev xebat di çarçoveya  qonaxa yekem a bicîhanîna biryarnameya hejmar 13 e de, dest pê kir û dê mehekê berdewam bike.

(k)

DERIK

QAMIŞLO

ÇIL AXA