Pêşangeha Pirtûkan bi xelatkirin û serdanan bi dawî bû
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an di roja xwe ya dawî de bi xelatkirina weşanxane, pirtûkxane, yekitî û navendên beşdar, her wiha bi serdanan bi dawî bû.
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an di roja xwe ya 8`an û dawî de li hola Zana ya bajarê Qamişloyê de dewam kir.
Danê êvarê xwendekar, nivîskar, rewşenbîr, mamoste, wêjevan, helbestvan, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û Rêxistinên Civaka Sivîl serdana pêşangehê kirin.
Di çarçoveya bernameya roja dawî ya pêşangehê de endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebûd Mexso axivî û diyar kir ku 8 rojên pêşangehê rojên xweş bûn, rojên ku îro jiyan dikin wê ji bo wan bibin rojên dîrokî.
Ebûd Mexso spasiya weşanxane, yekitî, kesayet, rojname û kovarên ku tev li pêşangehê bûne kir, her wiha spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dezgehên ragihandinê kir û got: “Em soz didin ku salên bê bi çalakî û şêwazên nû pêşangehê bi rêxistin bikin.”
Hevseroka Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf jî axivî û bixêrhatina mêvanan kir. Serfiraz Şerîf da zanîn ku tevî hemû êriş û astengiyan, wan bi yekitî û hevgirtina gelan karîbûn riheke xweş li bajarê çand û hunerê bajarê Qamişlo pêşangehê li dar bixin.
Piştî axaftinan ji aliyê hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî, endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef û hevserokên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf û Murhef Fehed ve malbata şehîd Herekol (Hisên Şawîş), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê, nivîskar û rewşenbîr Arşek Baravî, nivîskar Merwan Berekat û xebatkar Delîl Doxan bi spasnameyan hatin xelatkirin.
Piştre 54 weşanxane, pirtûkxane, yekitî û navendên ku beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bûbûn hatin xelatkirin.
Roja dawî ya pêşangehê bi serdanan bi dawî bû.
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê hatibû birêxistinkirin. Pêşangeh ji 15`ê Cotmehê heta îro (22`ê Cotmehê) dewam kir.
(sb)
ANHA