Pêşangeha 2ˊyemîn a Xetnivîsa Erebî bi dawî bû

Pêşangeha Xetnivîsa Erebî ya taybet bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan li bajarokê Farat ê kantona Minbicî bi dawî bû. Çavdêrên pêşangehê destnîşan kir ku pêşangeh ji hêla şêniyan ve bi awayekî mezin hat pêşwazîkirin.

Pêşangeha 2ˊyemîn a Xetnivîsa Erebî bi dawî bû
Pêşangeha 2ˊyemîn a Xetnivîsa Erebî bi dawî bû
Pêşangeha 2ˊyemîn a Xetnivîsa Erebî bi dawî bû
Pêşangeha 2ˊyemîn a Xetnivîsa Erebî bi dawî bû
Pêşangeha 2ˊyemîn a Xetnivîsa Erebî bi dawî bû
Pêşangeha 2ˊyemîn a Xetnivîsa Erebî bi dawî bû
Pêşangeha 2ˊyemîn a Xetnivîsa Erebî bi dawî bû
1 îlon, 2024   17:05
MINIBIC

Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, Desteya Çand û Hunerê ya kantona Minbicê roja çarşemê Pêşaneha Xetnivîsa Erebî li Parka Garden City a bajarê Minbicê vekir. Lê belê rojên pêncşem û înê ji ber teqîna li bajarê Qamişlo ku di encamê de Xalîde Mihemed Şerîf û kurê wê Hejar Silêman şehîd bûbûn, pêşangeh hat rawestandin.

Pêşangehê duh li bajarê Ebû Qelqel ê gundewarê kantonê dom kir.

Di pêşangehê de 5 xetnivîser û şêwekar beşdar in. Di pêşangehê de 45 tabloyên taybet bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

Li avahiya Meclisa bajarokê Farat ê gundewarê kantonê roja 3'yemîn a pêşangehê dewam kir. Di pêşangehê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, deste û saziyên wê, komîn, şênî û rewşenbîrên bajarok beşdar bûn.

Beşdar li nav tabloyan geriyan û wateyên wan ên kûr nîqaş kirin û destnîşan kirin ku pêşangehên bi vî rengî tevgera çandî ya kantonê bi pêş dixin û zanabûnê di nav şêniyan de zêdetir dikin.

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û yek ji serlêderên pêşangehê Mihemed Husam El Şewax diyar kir ku pêşangehê baş bala şêniyan kişand û nîqaş hatin kirin. El Şewax got ev jî nîşan dide ku ew gihîştine asteke kûr di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de.

El Şewax diyar kir ku nîqaşên şêniyan li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûn û gotin pêwist e ew di nav wan gelên ku dersên azadiyê jê wergirtine de be

Her wiha çavdêrên pêşengehê diyar kir ku armanca wan ji lidarxistina pêşangehê bi ser ket, ji ber ku pêşangehê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihand tevahî xelkê.

(mh)

ANHA