Pêkhateyên Tirbespiyê: Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo şert e ji bo Pêvajoya Aştiyê

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk lawaz dike.

Pêkhateyên Tirbespiyê: Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo şert e ji bo Pêvajoya Aştiyê
13 mijdar, 2025   02:35
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me ra axivîn û diyar kirin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan şertekî girîng e ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd û civakên din ên Sûriyeyê.

Îsa Denho, ji pêkhateya Suryanî, der barê mijarê de got: "Peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakeke demokratîk di hêla neteweyî û navneteweyî de bi dilgermî hat pêşwazîkirin, bi taybetî ji hêla pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanî yên herêmê, ji ber ku armanca wê peyamê bidawîkirina şer û aloziyên berdewam ên li herêmê ye. "

Danho wiha lê zêde kir, "Heta îro, Tirkiyeyê ti gavên cidî ji bo serkeftina pevajoye neavetinê Ji ber vê yekê, em azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dixwazin da ku ew bikaribe di vê qonaxa aloz de rola xwe ya pêşeng pêk bîne. "

Fatma Mihemed El Hemed, ji pêkhateya Ereb, got, "Pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan derfeteke dîrokî ye ji bo bidawîkirina pevçûnên li Rojhilata Navîn. "

 Fatma da zanîn ku "Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan garantiya rastîn a serkeftina vê projeyê ye, û divê Tirkiye tecrîda ku li ser wî hatiye ferzkirin bi dawî bike da ku bikaribe bi rola xwe ya siyasî pêk bîne."

Ebdilxenî Temê, ji pêkateya Kurd, pesnê "gavên dîrokî yên ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatine avêtin, ji Kongreya 12an a PKKê heta paşvegerina gerîlla  ya li bakurê Kurdistan û Tirkiyê.

Tamê diyar kir ku "temamkirina vê pêvajoyê ji Tirkiyeyê hewce dike ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bike û gavên destûrî û siyasî bavêje ku mafên gelê Kurd û civakên din di çarçoveyek neteweyî ya berfireh de misoger bike."

(k)

ANHA