Pêkhateya Durzî daxwaza mafê xwe yê siyasî kir

Şêniyên Siwêda derketin xwepêşandanê. Daxwaz kirin çarenûsa wan diyar bibe, ji bo sûcên şer lêpirsîn navneteweyî were vekirin û dorpêç li ser wan rabe.

Pêkhateya Durzî daxwaza mafê xwe yê siyasî kir
14 adar, 2026   15:54
SIWÊDA

Li Siwêda şêniyan di bin baranê de xwepêşandan pêk anîn. Di xwepêşandanê de daxwaza mafê xwe yê siyasî kirin. 

Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên "Mafê xelkê Siwêda heye ku çarenûsa xwe diyar bikin", "Ji bo sûcên şer ên hatine kirin komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî û serbixwe were ava kirin", "Xelkê Durzî yê resen gav paşve navêjê", "Em amade ne lihevkirinê bi dewletên demokratîk re bikin" hatin vekirin.

Her wiha xwepêşandanan daxwaz kirin ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji ber girtiyên ku serbest nayên berdan, were şermezarkirin. Bal kişandin ser revandina li herêmê çêdibe û bang kirin ku dorpêç li ser Siwêda rabe û di navbera wan û Îsraîl de deriyek were vekirin.