Kampa PDK-Î careke din hedef hat girtin

Îranê carek din êrişî kampa Hizba Demokrata Kurdistanê ya li sînorê Hewlêrê kir.

Kampa PDK-Î careke din hedef hat girtin
14 adar, 2026   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (KDP-Î), Îranê bi sê mûşekan kampa li Hewlêrê ku malbatên Pêşmergeyên wan lê dimînin, hedef girtin.

 Her wiha hat ragihandin ku heman kamp duh bi şev bi mûşekan hatiye hedefgirtin. Di du rojên borî de, kampa li Koyê ku malbatên Pêşmerge lê dimînin jî gelek caran hatiye hedefgirtin. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê helwest bigirin.