Pedersen: Dilsozî bi darê zorê nabe

Nûnerê NY yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen destnîşan kir ku mirov dikarî rê li pêşiya aloziya li Siwêdayî  bigire. Pedersen diyar kir ku dilsozî bi zora çekê yan jî çareseriya leşkerî nabe. Her wiha got rewşa li Siwêdayê ji bûyerên li Peravê rû dane, cudatir e. Di heman demê de bang kir ku di navbera Şam û civakên xwecih de diyalogeke rastîn dest pê bike ku bi gavên siyasî û destûrî encamdar be ku nûnertiya tevahî sûriyeyiyan bike.

Pedersen: Dilsozî bi darê zorê nabe
19 tîrmeh, 2025   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Geir Pedersen der barê rewşa li Siwêdayê de axivî û got bikaranîna çekê yan hêza leşkerî ji aliyê hikumetê ve ji bo ferzkirina dilsoziyê bi dewletê re “nayê qebûlkirin”. Pedersen diyar kir ku welatî dema dewlet nûnertiya wan bike û mafên wan biparêze, wê demê dilsozên wê ne. 

Pedersen ji kovana dengê paytextê re axivî û got bûyerên li Siwêdayê rû didin ji geşedanên li perava Sûriyeyê cudatir in. Pedersen diyar kir ku heke aliyên xwecih û herêmî rewşa baş bi rêve birina, dikarîn rê li pêşiya aloziya li Siwêdayê bigirtibana.

Pedersen agirbesta li Siwêdayê bi erênî nirxandin lê di heman demê de got divê li dû wê “diyalogeke rasteqîn a giştî” di navbera hikumeta veguhêz û pêkhateyên xwecih de dest pê bike. Ji bo ku lihevkirinên ewlehiyê û rêveberiyê dest pê bikin ji bo ku civaka xwecih bikare bi awayekî serbixwe di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de, kar û barên xwe bi rêve bibin.

Pedersen got aloziya Sûriyeyê tenê bi rêveberiyeke xwecih a çalak û destûrê çareser dibe ku baweriyê ji sûriyeyiyan re vegerîne,.

(şx)