PDK’ê bi ser ofîsa KNN’ê de girt

Hêzên girêdayî PDK’ê bi ser ofîsa Televîzyona KNN’ê ya li Hewlêrê de girtin.

PDK’ê bi ser ofîsa KNN’ê de girt
9 sibat, 2025   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên girêdayî PDK’ê bi ser ofîsa kanala Televîzyona KNN’ê ya li Hewlêrê de girtin. 

Televîzyonê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku demekî kin beriya niha bi ser ofîsa wan de hatiye girtin û hemû ekîpman, alav û amûrên li ofîsê û telefonên xebatkaran hatine desteserkirin.

Têkildarî sedema serdegirtinê tu agahî nehatin bidestxistin.