Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin

Ji bo nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û Rojnamevan Nazim Daştan ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, mewlûd hate dayin.

Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
9 sibat, 2025   15:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û Rojnamevan Nazim Daştan dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta Tirk de hatin qetilkirin. 

Li mala malbata Daştan a li navçeya Giyadîn a Agiriyê mewlûd hate dayin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên bajêr, Hevşaredarê Giyadînê Adnan Dogan, xebatkarên Çapemeniya Azad û gelek kes beşdarî mewlûdê bûn.  

Mewlûd bi Kurdî hate xwendin û piştre ji bo rojnamegeran dua hatin kirin. Piştre jî di mewlûdê de xwarin hate dayin.