Partiyên siyasî li Helebê siberoja Sûriyeyê gotûbêj dikin

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dirûşma "Siberoja Sûriyeyê… ber bi ku ve?" li ser asta Sûriyeyê, komxebate li Helebê li dar dixe.

Partiyên siyasî li Helebê siberoja Sûriyeyê gotûbêj dikin
Partiyên siyasî li Helebê siberoja Sûriyeyê gotûbêj dikin
Partiyên siyasî li Helebê siberoja Sûriyeyê gotûbêj dikin
Partiyên siyasî li Helebê siberoja Sûriyeyê gotûbêj dikin
Partiyên siyasî li Helebê siberoja Sûriyeyê gotûbêj dikin
Partiyên siyasî li Helebê siberoja Sûriyeyê gotûbêj dikin
Partiyên siyasî li Helebê siberoja Sûriyeyê gotûbêj dikin
Partiyên siyasî li Helebê siberoja Sûriyeyê gotûbêj dikin
3 sibat, 2025   13:39
HELEB

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Helebê komxebata şêwirê li dar dixe. Nêzî 200 nûnerên pêkhate, mezheb û gelên Sûriyeyê û nûner û sekreterên 18 partî û tevgerên siyasî, ji parêzgeh û herêmên cuda yên Sûriyeyê beşdarî komxebatê bûne.

Komxebat li Salona Mîdya ya li taxa El Celaa ya Helebê tê lidarxistin. Hevserokên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbeş û Kewser Doko jî beşdarî komxebatê bûn.

Li gorî komîteya amadekar, armanca komxebatê ew e ku "bigihêjin nêrîneke siyasî ya hevbeş der barê siberoja Sûriyeyê de.”

Bernameya komxebatê dê bi axaftina hevserokê meclisa Helebê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Gerîr dest pê bike. Piştre jî hevserokê partiyê Ebid Hamid El Mihbaş dê biaxive. Komxebata dê bi gotûbêjan berdewam bike.

(k)