Li Moskowayê kesekî jiyana xwe ji dest da 4 jî birîndar bûne

Li Moskowayê di avahiyekê de teqîn pêk hatiye û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da4 kes jî birîndar bûne.

Li Moskowayê kesekî jiyana xwe ji dest da 4 jî birîndar bûne
3 sibat, 2025   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ajansên Rûsî dan zanîn ku roja Duşemê li Moskowayê di komplekseka avahiyan de teqîneke ku sedema wê hîn nayê zanîn pêk hatiye. 

Kesekî ji servîsa lezgîn ji ajansa Ria Novostiyê re axivî û got: “Li deriyê avahiya Alyye Parusa”yê ya ku li bakurrojavayê Moskowayê teqînek çûbûye û di encamê de jiyana xwe dest da 4 birîndar bûne.

Li gor ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASS’ê, Armen Sarkisyan jî ku lîderekî paramîlîter ê payebilind ê alîgirê Rûsyayê yê li herêma Donetsk a Ûkraynayê ye, di teqînê de bi giranî birîndar bûye.