Partiya Yekitiya Suryanî Ekîto pîroz kir

Partiya Yekitiya Suryanî bi daxuyaniyekê cejna Ekîto li gelê Suryan - Aşûr pîroz kir û destnîşan kir ku xelasiya ji hişmendiya şovenîst bi rêya pergalên wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Partiya Yekitiya Suryanî Ekîto pîroz kir
31 adar, 2024   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe duşemê cejna Ekîto ye û wek sersala Aşûrî ya Babilî ye.

Bi vê boneyê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryanî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev cejna dîrokî ya ku vedigere sala 539 berî zayînê ku bi xwezayê û buharê ve girêdayî ye li gelê Suryan – Aşûrî hat pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de sersala 6774'an a Aşûrî li gelê Sûriyeyê bi giştî û li gelê Aşûrî hat pîrozkirin û hêviya pêkhatina aştiyê û armancên gelê Sûriyeyê yên azadî, demokrasî û têkçûna terorê hat kirin. Her wiha jiyaneke hevbeş û aram bi tevahî pêkhateyan re li ser xaka wan a dîrokî hat hêvîkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev cejna dîrokî bi xwezayê û buharê ve girêdayî ye û ji gelek sedsalan ve ji aliyê gelê Aşûrî hatiye parastin, ev jî nîşan dide ku gelê Suryan - Aşûrî serî natewîne.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta îro gelê Suryan - Aşûrî li Sûriyeyê li hember hişmendiya şovenîst ji bo bidesxistina mafên xwe yên rewa tê dikoşe û hat gotin xelasî ji bo pêkhateyekê tune ye, hemû pêkhate dê bi rêya pergaleke nû û çandeke nû ya li ser bingeha azadî û mafên tevahî pêkhateyan xelas bibin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser destkeftiya demokratîk a tekane li Sûriyeyê ye, lê pêwîstiya wê bi pêşxistin û parastina ji dijminan heye di serî de dewleta Tirk a dagirker.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin di vê qonaxê de partiyê careke din cejna Ekîto li gelê Suryan - Aşûrî pîroz kir û diyar kir ku yekitî û xebata zêde bingeha serkeftina ye. Ji bo wê jî pêwîstî bi keda tevan heye da ku aramî û rûmet li ser xaka dîrokî Sûriyeyê misoger be. Partiyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew li ser soza xwe ne û dê şopdarên şehîdan bin û armancên wan ên Sûriyeyeke nenavendî, pirrengî û demokratîk li ser bingeha edalet û wekheviyê pêk bînin.

(mh)