Partiya Sûriya Pêşerojê ya Firatê kongreya xwe ya 4ˊan li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Firatê bi diruşma ˊPartiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriye me dike yekˊ kongreya xwe ya xwe ya 4ˊan li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Firatê kongreya xwe ya 4ˊan li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê ya Firatê kongreya xwe ya 4ˊan li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê ya Firatê kongreya xwe ya 4ˊan li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê ya Firatê kongreya xwe ya 4ˊan li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê ya Firatê kongreya xwe ya 4ˊan li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê ya Firatê kongreya xwe ya 4ˊan li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê ya Firatê kongreya xwe ya 4ˊan li dar xist
25 ÇILE, 2024   17:53
KOBANÊ

Bi diruşma ˊPartiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriye me dike yekˊ Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Firatê kongreya xwe ya 4ˊan li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Sirînê ya kantona Firatê, bi beşdariya kesayetên ji partiyên siyasî yên kantonê, li dar xist.

Di kongreyê de serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ferhan Hec Îsa behsa krîza Sûriyeyê, êrişên çeteyên DAIŞˊê li ser herêmê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bi taybet li ser Kobanê û serkeftina bi fedakariya şehîdan pêk hatine, kir.

Hec Îsa wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû enerjiya xwe hewl da û hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe. Lê bi saya berxwedana gelê herêmê negihîşt armanca xwe."

Dûre cîgira serokê partiyê Neda El Çadir perspektîfên siyasî yên partiyê xwendin û bang li gelê Sûriyeyê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina xaka Sûriyeyê hevgirtî û yek bin.

Di dawiyê de Neda El Çadir bû seroka giştî ya meclisa partiyê ya kantona Firatê û Tamir Dawûd bû cîgirê wê hatin hilbijartin.

(fr)

ANHA