Şaredariya Dirbêsiyê dest bi qîrkirina kolanên sereke û şaxî kir

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê, di çarçoveya plana xizmetguzariyê ya bi armanca başkirina binesaziyê û hêsankirina tevgera çûn û hatinê li hundirê bajêr de, dest bi qîrkirina gelek kolanên sereke û şaxî kir.

Şaredariya Dirbêsiyê dest bi qîrkirina kolanên sereke û şaxî kir
Şaredariya Dirbêsiyê dest bi qîrkirina kolanên sereke û şaxî kir
Şaredariya Dirbêsiyê dest bi qîrkirina kolanên sereke û şaxî kir
Şaredariya Dirbêsiyê dest bi qîrkirina kolanên sereke û şaxî kir
Şaredariya Dirbêsiyê dest bi qîrkirina kolanên sereke û şaxî kir
28 hezîran, 2025   19:33
HESEKÊ

Di çarçoveya projeyên xizmetguzariyê yên ku Şaredariya Gel a Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê îsal pêk tîne de, şaredariyê îro dest bi qîrkirina hejmarek kolanên sereke û şaxî kir.

Rêyên ku qerabalix zêde ye tên qîrkirinê; weke kolana sereke ya li rex Parka Şehîd Zevîn, kolana li hember Saziya Çandinî û Avdanê, kolana gerava sereke, kolana Kornîş-Rêya Hîzam El Erebî (kemera Ereban), hejmara kolanên din ên li hundirê bajêr.

Tîmên pîşeyî yên pispor madeya cespiandinê anku şerbeta qîrê li kolanan kir, ji bo ku qîrê li kolanan bikin. Qîrkirina kolanan li gorî pîvanên pîşeyî yên pejirandî û bi bikaranîna alavên endazyarî yên taybet tê kirin.

Rêveberiya Şaredariya Gel diyar kir ku wê xebatên qîrkirinê heta çend roj din dewam bikin, heta ku piranî rêyên şaxî jî werin qîrkirin. Armanca ji vê yekê çûn û hatina welatiyan hêsantir bibe û rewşa xizmetguzarî ya li bajarê baştir bibe.

(ac/fr)

ANHA