Partiya Sûriya Pêşerojê amadekariya hilbijartinên şaredariyan dike

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşkêşkirina navên namzetên xwe ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan re amadekariya hilbijartinên 28/29ˊê Nîsanê dike.

Partiya Sûriya Pêşerojê amadekariya hilbijartinên şaredariyan dike
21 nîsan, 2024   17:31
REQA

Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de ragihand ku wê dest bi hilbijartinên amadekar ji bo tevlêbûna li hilbijartinên şaredariyan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiriye.

Di civînê de daxuyanî ji aliyê hevserokên partiyê Kewser Doko û Ebid Hamid El Mihbaş ve li pêşiya avahiya partiyê li Reqayê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de partiyê destnîşan kir ku ew amade ye bi hemû hêz û partiyên siyasî re ji bo pêkanîna lihevkirinan dan û standinê bike.

Hevserokên partiyê di civînê de diyar kir ku ew bi Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya re ji bo avakirina komeke siyasî ya yekbûyî di nîqaşan de ne.

Partiyê dema hilbijartinên amadekar di nava partiyê de aşkera kir. Dê hilbijartin di 28-29ˊê Nîsanê de bên kirin û namzet ji hêla Partiya Sûriya Pêşerojê ve bin û endamên partiyê dengê xwe didin wan namzetan.

Der barê makanîzmeya hilbijartinên amadekar de hevserokên partiyê diyar kir ku piştî hilbijartina namzetan bi awayekî demokratîk dê partî navên namzetan ji bo Komîseriya Bilind a Hilbijartinan pêşkêş bike da ku ew di hilbijartinên şaredariyan de beşdar bibin.

Di civînê de her wiha hat destnîşankirin ku çavdêrên sindoqên hilbijartinê dê ji partiyê bin û ji bo ku hilbijartin bi awayekî demokratîk bi rê ve biçin dê çavdêrên meclisên partiyê di her kantonekê de bên guhartin.

Di dawiya civînê de hat gotin eger komîserî namzetên partiyê li gorî qanûnên hilbijartinên şaredariyan red bike, wê demê partî dê namzetên altarnatîv pêşkêş bike.

(mh)

ANHA