Parêzvanên Niştîmanî û Ewlekariya Hundirîn îdiayên girtina deriyan derewandin

Fermandariyên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî û Ewlekariya Hundirîn ên Siwêdayê îdiayên girtina deriyê Um El Zeytûn ê bi ser Şamê ve derewandin û diyar kir ku li wî derî polîsên xwecihî hene tenê tevgera welatiyan bi rêxistin dikin, tedbîreke demkî hatibû girtin, lê karwanên bazirganî yan jî mirovî negirtin nava xwe.

Parêzvanên Niştîmanî û Ewlekariya Hundirîn îdiayên girtina deriyan derewandin
10 sibat, 2026   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariyên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî û Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Siwêdayê bi daxuyaniyekê regihand ku agahî û nûçeyên ragihandina ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve belav dikin, ku dibêjin deriyê Um El Zeytûn hatiye girtin, derewîn û dûrî rastiyê ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xala kontrolê ya Um El Zeytûn di bin çavdêriya hêzeke polîsên xwecihî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Siwêdayê de ye, erkê wê rêxistinkirina tevgera welatiyan û birêvebirina karûbarên wan e, tu têkiliya wê bi tu tedbîrên dorpêçkirin, pêşîlêgirtin an sînordarkirinê re tune ye.

Li gorî daxuyaniyê tedbîra ewlehiyê ya demkî ya ku 2 roj berê li xala kontrolê, tenê ji bo çend demjimêran, hatibû girtin. Ew tedbîr piştî komkujiya El Metûnayê ku ji hêla hêzên "Ewlekariya Giştî" yên girêdayî hikumeta demkî ve li dijî sivîlan pêk hatibû, hat girtin. Hat zelalkirin ev tedbîr qedexekirina derbasbûna karewanên bazirganî yan jî mirovî negirt nava xwe.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dengekî tomarkirî yê berpirsekî xala kontrolê ya Metûna yê girêdayî hikumeta demkî hatiye belavkirin. Ew deng îsbat dike ku ew nahêlin karwanên bazirganî û mirovî derbasî Siwêdayê bibin. Ev îsbat nîşaneyek xeternak e ku gefên rasterast li jiyana welatiyan dixwe û hikumeta demkî berpirsa encamên wê ye.

Fermandariyan îdiayên ku wan gotinên nebaş ji ajokarên derbasî herêmê dibin re kirine û êrişî wan kirine derewandin û got ev hincet bi armanca rewakirina dorpêça li ser Siwêdayê ye, lê ev pêkanîn dikeve xana sûcên şer.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên ewlehiyê yên li Siwêdayê pabendî parastina tevahî welatiyan e, di nav de jî ajokarên kamyon û karwanên bazirganiyê yên ji derve tên ve.

Di dawiya daxuyaniyê de, hat gotin ku hikumeta demkî berpirsa encamên dorpêçê û misogerkirina ewlehiya rêyan e.

(ac/fr)

ANHA