Parêzvanên Çilaxayê: Em ê heya nefesa dawîn herêma xwe biparêzin

Şervanên li çeperên berxwedanê yên gundewarên Çilaxayê diyar kir ku dê heya serkeftinê û mîsogerkirina mafên gelê xwe, berxwedanê bidomînin.

Parêzvanên Çilaxayê: Em ê heya nefesa dawîn herêma xwe biparêzin
Parêzvanên Çilaxayê: Em ê heya nefesa dawîn herêma xwe biparêzin
Parêzvanên Çilaxayê: Em ê heya nefesa dawîn herêma xwe biparêzin
Parêzvanên Çilaxayê: Em ê heya nefesa dawîn herêma xwe biparêzin
Parêzvanên Çilaxayê: Em ê heya nefesa dawîn herêma xwe biparêzin
Parêzvanên Çilaxayê: Em ê heya nefesa dawîn herêma xwe biparêzin
Parêzvanên Çilaxayê: Em ê heya nefesa dawîn herêma xwe biparêzin
Parêzvanên Çilaxayê: Em ê heya nefesa dawîn herêma xwe biparêzin
5 sibat, 2026   06:50
QAMIŞLO

Şervanên li çeperên berxwedanê yên gundewarên Çilaxayê ya kantona Cizîrê ji ajansa me re axivîn û peyamên domandina parastina herêmê dan.

Ezîz Ereb diyar kir ku komên girêdayî hikumeta demkî êrişên hewayî û bejahî yên giran li dijî wan pêk anîn, lê wan li eniyên pêş bi biryardarî berxwedaneke mezin raber kir û bersiva êrişan da. Ezîz Ereb anî ziman ku dê li hemberî êrişên li ser herêmê û komkujiyên li ser gel têne kirin, bibin mertalên parastinê û ev peyam da: "Em ê heya dilopa dawîn a xwîna di laşê me de li ber xwe bidin."

Şervanê bi navê Fedal Osman jî destnîşan kir ku şêniyên herêmê ji bo parastina xwe û ewlehiya herêmên xwe li eniyên parastinê ne û wiha domand: "Me biryara berxwedanê daye. Em gavan paşde neavêjin, ji ber em dizanin ku teslîmbûyîn tê wateya komkujî û jenosîdan, mîna ku li herêmên din çêbûne."

Fedal Osman di dawiya axaftina xwe de soza domandina parastina gel da.

Mazlûm Ereb got berxwedana li dijî êrişan berdewam e û dê gel û nirxên şoreşê biparêzin.

Şevanê bi navê Serdem jî diyar kir ku ew ji bo parastina civaka Kurd û tevahî gelên herêmê di amadebaşiyê de ne û li eniyên şer berxwedanê didomînin û got: "Em ne aşiqên şer û çekan in, lê eger şer li ser me were ferzkirin em  jê re amade ne, ji ber ku ev şer îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan dike hedef û hewl dide gelê Kurd tesfiye bike."

Serdem bang li gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz kir ku ji planên navneteweyî hişyar bin û bi rihê seferberiya giştî parastina herêmê bikin.

Şervanê bi navê Mihemed Şah Mihemedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî got, wî banga seferberiya giştî ya parastina Rojava û gelê Kurd ji êrişan da ku aliyê fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ve hatibû kirin.

Mihemed Şah Mihemedî anî ziman ku berxwedana Rojava berxwedana tevahî parçeyên Kurdistanê ye û ev li goitnên xwe zêde kir: "Parastina Rojava erka hemû Kurdan e. Eger destkeftiyên Rojava ji dest biçin dê destkeftiyên gelê Kurd li parçeyên din jî bikevin xetereyê."

Mihemedî bang li tevahî gelê Kurd kir ku tev li seferberiya giştî bibe.

Murad Kobanê yê ji Kobanê jî got ew li Başûrê Kurdistanê dixebitî da ku debara malbatê bi cih bîne û li ser banga seferberiya giştî hat Rojava.

Murad Kobanê diyar kir ku bicihanîna banga seferberiya giştî ji bo parastina gel û axê ji êrişên qirkirinê erkekî exlaqî û neteweyî ye û got: "Em ê heya serkeftinê li ber xwe bidin."

Kadar Çilaxa jî got: "Bila dilê gelê me rihet be. Em ê li eniyên pêşîn ne, em ê heya nefesa dawîn berxwedana parastinên bikin ta serkeftinê mîsoger bikin."

Kadar Çilaxa bang li gelê Kurd kir ku li qadan bin ta mafên rewa yê gel bi dest bixin.

(b)

ANHA