Parêzgarên Hesekê û Reqayê vegera koçberan nîqaş kirin

Parêzgarên Hesekê û Reqayê girîngiya peydakirina mercên guncaw ên ji bo vegera Kurdên ji Reqayê koçber bûne, nîqaş kirin.

Parêzgarên Hesekê û Reqayê vegera koçberan nîqaş kirin
7 hezîran, 2026   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û şandeya pê re ku fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl pêk tê îro serdana Reqayê kirin.

Parêzgarê Hesekê û şandeya pê re, bi parêzgarê Reqayê Ebdurehman Selama re hevdîtin pêk anî. Vegera koçberan a li gorî lihevkirina 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de rojeva sereke ya  hevdîtinê bû.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya welatiyên Kurd ên li Reqayê, rêbazên xurtkirina ewlehiya û dabînkirina mercên guncaw ên vegera zêdetirî 2 hezar malbatên Kurd ên Ji Reqayê hatine koçberkirin, nîqaş kirin. Di dawiyê de li hev kirin ku divê welatiyên Kurd û mafên wan werin parastin, ji bo vegera koçberan li herêmên xwe mercên guncaw werin avakirin, her wiha ji bo xurtkirina bawariyê xebat were kirin.

Şande dê malbatên Kurd ên li Reqayê ziyaret bike, rewşa wan bişopîne û li wan guhdarî bike.

(bb)

ANHA