Parêzgarê Helebê li Kobanê ye

Parêzgarê Helebê û şandeyek pê re di çarçoveya serdaneke fermî de gihaşt bajarê Kobanê. Parêzgar dê bi berpirsên xwecih, rûspî û şêniyan re hevdîtinan pêk bîne.

Parêzgarê Helebê li Kobanê ye
Parêzgarê Helebê li Kobanê ye
Parêzgarê Helebê li Kobanê ye
Parêzgarê Helebê li Kobanê ye
Parêzgarê Helebê li Kobanê ye
7 hezîran, 2026   13:29
KOBANÊ

Parêzgarê Helebê tevî şandeyek pê re, di çarçoveya serdaneke fermî de gihaşt bajarê Kobanê. Armanc ji serdana şopandina rewşa herêmî û xebata saziyan di çarçoveya entegrasyonê de ye.

Şande ku ji aliyê rêveberên Kobanê ve hat pêşwazîkirin, dê serdana avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rêveberê herêma Kobanê bike û hevdîtin bên kirin. Di hevdîtinan de dê rewşa herêmê û astengî werin şopandin. Piştre dê serdana Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bike.

Şande her wiha dê bi mijara nîqaşkirina rewşa giştî ya herêmê, rêveçûna xebatên saziyan û pêdiviyên qonaxa entegrasyonê bi şênî û rûspiyan û rêveberên saziyan re bicive.

(bb)