Parêzgarê Hesekê: Em ê rêwîtiya vegera koçberan bişopînin

Parêzgarê Hesekê ji ber vegera koçberên Efrînê kêfxweşiya anî ziman û diyar kir ku ew ê heta ku karwan bigihêje cihê xwe, bi malbatan re di nava têkiliyê de be.

Parêzgarê Hesekê: Em ê rêwîtiya vegera koçberan bişopînin
9 adar, 2026   14:54
HESEKE

Di çarçoveya pêkanîna peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, karwanekî ku 400 malbatên koçber ên ji Efrîn pêk tê, ji Hesekê ber bi deverên xwe yên resen ve kete rê.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di dema kombûna malbatan de, amadekariyên vegera wan şopandin. Ehmed di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku ev piştî salên dirêj ên koçberiyê, ji bo gelê Efrînê kêliyeke kêfxweşiyê ye.

Ehmed hêviya xwe anî ziman ku vegera bo Efrînê bibe destpêka qonaxeke nû û aştiyê.

Nureddîn Ehmed diyar kir ku ew ê bi malbatan re di nava têkiliyê de bin da ku rêwîtiya wan bişopînin û vegera wan a ewle misoger bikin.

(k)