Parêzeran serlêdaneke nû kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin bi muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ku 33 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdan kirin

Parêzeran serlêdaneke nû kirin
30 mijdar, 2023   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan

Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo dîtina Rêbar Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' timî têne astengkirin.