Kurê Erdogan li dijî rojnamevanekî doz vekir

Kurê serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan li dijî rojnamevan Metîn Cîhan doz vekir. Cîhan nûçeyek li ser berdewamkirina bazirganiya kurê Erdogan a bi Îsraîlê parve kiribû.

Kurê Erdogan li dijî rojnamevanekî doz vekir
30 mijdar, 2023   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke rojnameya El Ereb a li Londonê derdikeve, rojnamevan Metîn Cîhan li ser hesabê xwe yê X’ê agahî li ser berdewamkirina bazirganiya kurê Erdogan a bi Îsraîlê re parve kirin. Dozgeriya Tirk li ser giliyên kurê serokkomarê Tirk Burak Erdogan li dijî rojnamevan Metîn Cîhan lêpirsîn da destêkirin.

Dibe ku lêpirsîn veguhere dozekê. Rojnamevan Metîn Cîhan li ser hesabê xwe yê X’ê bersiv da û got her kes dikare van belgeyan bibîne.

Rojnamevan Cîhan got: “Min ev agahî, ji jêderên vekirî û fermî girtin. Ji bo ku guman li ser tune bin, ez ê şîrove bikim, ji bo ku her kes bikare bigihêje wan agahiyan.”

Kanala Kan a Îsraîlê ragihandibû ku keştiyek ji Tirkiyeyê hatiye û li bendera Heyfayê rawestiye. Li ser keştiyê, derdora 4 hezar û 500 ton sebze û fêkî hene.

Kanalê da zanîn ku ji ber şerê li Xezayê zirarên mezin gihaştin hilberîna çandiniyê, ev bar jî ji bo temamkirina kêmasiyê ye.

Piştî desthilata AKP`ê, têkiliyên bazirganiyê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de zêde bûn. Miqdara bazirganiya dualî sala 2022`yan gihatş 8.9 milyar dolarî. Par Îsraîl di rêza 10`emîn de bû ku kel û pelên Tirkî werdigire.

 (şx)