Girtiyên jin cezayê li Werîşe Mûradî hatiye birîn şermezar kir

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hate birîn, şermezar kir.

Girtiyên jin cezayê li Werîşe Mûradî hatiye birîn şermezar kir
12 mijdar, 2024   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêkxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. 

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê, cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hate birîn şermezar kir.

Jinan dirûşmên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bimire dewleta Îranê” qîriyan.