Operasyona QSD’ê: 4 DAIŞ’î hatin kuştin
Di operasyoneke bibandor a QSD’ê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û miqdareke çek hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî operasyonekê ku li gundê Şinîniyê yê kantona Reqayê pêk hatibû, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên girêdayî hêzên me QSD’ê, di çarçoveya wezîfe û xebata xwe ya li dijî terorê de operasyonek li gundê Şinênê yê bakurê Reqayê li dar xist. Operasyon roja şemiyê 14’ê Îlonê bi armanca jihevbirina şaneyeke xeternak a rêxistina DAIŞ a terorê ya 2 serçeteyan pêk hat.
Operasyon bi beşdarî û desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Hêzên me cihê ku şaneya terorîst lê dima, dorpêç kir û ji terorîstan xwest ku xwe radest bikin, lê terorîst reviyan û gule li şervanên me reşandin. Şervanên me jî neçar man bersivê bidin û şer derket. Di vê şer de 2 endamên şaneyê; ên serçêtê yên bi navê Ebû Yûsif û Ebû Meter û 2 çeteyên din hatin kuştin."
Li gorî daxuyaniyê, di operasyonê de çek û amûrên peywendiyê yên ji aliyê şervanan ve hatin desteserkirin ev in: 2 çekên kalaşînkof, çekeke beje silahe marka ye AkS-74U, 2 demançe, 6 bomeyên destan, 10 cercûrên kalaşînkofan, rextek, dûrbîneke leşkerî, 7 telefon, 2 telefonên normal, rawterek (WIFI), hejmarek belgeyên kesayetî.
Di dawiyê de hate gotin: "Hêzên me dê nehêlin rêxistina terorîst jinûve xwe zinîd bike û bi rêxitin bike. Em ê operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî li dijî endamên rêxistina terorîst û zuhakirina tevahî jêderên wê berdewam bikin heya herêmî ji terora wan xilas bikin."
(bb)
ANHA