Oldar: Divê rê li ber xîtaba nefretê were girtin

Şêx û oldaran banga xurtkirina nirxên hevgirtina civakî û yekitiya nîştimanî di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de kir. Oldaran diyar kir ku divê rê li ber xîtaba nefretê were girtin.

Oldar: Divê rê li ber xîtaba nefretê were girtin
Oldar: Divê rê li ber xîtaba nefretê were girtin
Oldar: Divê rê li ber xîtaba nefretê were girtin
Oldar: Divê rê li ber xîtaba nefretê were girtin
13 gulan, 2025   03:45
REQA
MIZGÎN ELÎ

Oldarên li kantona Reqayê têkildarî metirsiya kîn û gotara mezhebî, yên ku nakokî û dubendiyê gur dikin hişyarî da, her wiha bal kişand ser girîngiya pêşîgirtina li van nakokiyan, bi taybetî ji aliyê saziyên olî ve.

Di vê derbarê de hevserokê Meclisa Olî ya Reqayê Îbrahîm Iwês got: “Îslam daxwaza biratî û hevkariyê di navbera endamên civakê de dike û her cure parçebûna civakê qebûl nake.” Iwês ayetên Qur'anê û hedîsên ku li dijî cudakarî û dubendiyê ne, bi bîr xistin.

Îbrahîm Iwês got: "Cudakarî civakê lawaz dike û rê li ber pevçûnan vedike. Em her gotin û gotarên mezhebî û etnîk ên ku yekitiya nîştimanî têk dibin, napejirînin.”

Nûnerê Komeleya Al El Beyt a Reqayê Mehmûd Ebdulezîz El Disûqî tekez kir ku peyama îslamê dilovaniya ji bo hemû mirovatiyê ye û da zanîn ku di Sûriyeyê de etnîk û mezhebên cihêreng hene.

El Disûqî wiha axivî: "Divê em diyalogê ji bo têgihaştinê bikin, ne ji bo parçebûn û jihevketinê.  Di Quranê de dibêje ‘Gelî mirovan, me hûn wek gel û qebîle afirandine da ku hûn hev nas bikin’.”

Endamê Komîteya Kar û Barên Mizgeftan a Reqayê Şêx Mûsa El Behrî, bal kişand ser girîngiya pêkanîna nirxên pêxemberan li hember her cure cudakariyê û gotina pêxember Muhammed a "Xelk hemû weke hev in, weke diranên şeh.” bi bîr xist.

Şêx û oldaran bang li gelên Sûriyeyê kir û ji wan xwest nefretê nepejirînin û berê xwe bidin diyalog û têgihaştinê. Oldaran tekez kir ku hevgirtin û yekrêziya gel garantiya rasteqîne ya bidestxistina aramiyê û avakirina siberojeke baştir e.

(k)

ANHA