Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist

Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) panelek bi rêxistin kir û pêşniyar kir ku Desteya Jinan a Hiqûqî were ava kiirn.

Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li dar xist
18 nîsan, 2026   16:17
HESEKÊ

Ofîsa Jinan a MSD`ê panelek li navenda xwe ya bajarê Hesekê bi sernavê `Entegrasyona demokratîk` lidar xist. Di panêlê de li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê û entegrasyona navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nîqaş kir.

Rêveberiya Ofîsa Jinan a MSD`ê Reşa Hisên û endama Ofîsa Têkiliyan Evîn Mihemed di panelê de mijara entegrasyonê nirxandin. Di panelê de hate gotin ku divê rêz bidin hemû nasname, biparêzin û paşguh nekin. Divê jiyan bi feraseta jiyana hevbeş û pirrengî were avakirin.

Her wiha di panelê de hat gotin ku dê entegrasyon li ser bingehê îradeya azad, azadî û wekheviyê were kirin. Li Sûriyeyê yekitiya civakê ji jor ve nayê ferz kirin, bingeh bi beşdarbûna hemû pêkhateyan tê avêtin.

Beşdarvanên panelê di nava gotinên xwe de gotin ku li Sûriyeyê jinan di krîzan de berpirsyartî rakir û hevgirtina civakî parastin lê dîsa jî têne paşguhkirin û di civakê de rol nadin jinan. Eger hebûna jinê di entegrasyonê de neyê naskirin, ev pêvajo naghîjê encameke erînî. Divê rola jinan di siyasetê de çalak be, beşdarî saziyan bibin, di perlemanê Sûriyeyê de cih bidin jin, mafên wê yê dengdayînê misoger bikin, cihê xwe di navendên biryarê de bigrin, xebatên îdarî û rêxistinî birêve bibin.

Di berdewamiya panelê de hat gotin ku di destûrê Sûriyeyê mafên jinan nayê dayîn û garantiya mafên wan nayê dayîn. Parastina mafên jinan ne tenê ji saziyan tê xwestin, divê jin jî ji bo mafên xwe têbikoşin û bi awayekî adil cihê xwe di siyaset û saziyên qanûnî de bigire.

Her wiha di panelê de pêşniyar kirin ku Desteya Jinan a Hiqûqî were ava kirin, bi riya vê desteyê parastina mafên jinan bikin û di destûrê Sûriyeyê de misoger bikin.

(np)

ANHA