Rêber Abdullah Ocalan: Em dixwazin bi vê pêvajoyê stratejiya sed salî li pêş bixin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî hevdîtina dawîn ya bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan diyar kiriye ku stratejiya ew dixwaze li pêş bixe stratejiya sed salî ye.

Rêber Abdullah Ocalan: Em dixwazin bi vê pêvajoyê stratejiya sed salî li pêş bixin
24 tîrmeh, 2026   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk dihat, di 20’ê Tîrmehê de li Girava Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan li ser qanûna çarçoveyî nirxandin û peşniyarên xwe kiribû.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji nûçegihana JinNewsê Melek Avci re axivî.

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşxistina pêvajoyê berpirsyariyeke mezin girtiye ser xwe û ji bo pêşketina pêvajoyê gavên dîrokî avêtiye.

Ayşegul Dogan diyar kir ku di hevdîtina dawîn de Rêber Abdullah Ocalan nirxandinên girîng kirine û wiha got: “Birêz Ocalan dibêje; ‘Stratejiya em bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş dixin, ne stratejiyeke demkî ye, lê stratejiya sed salî ye’. Birêz Ocalan vê weke firsendeke dibîne û dibêje divê ev firsend baş bê nirxandin. Birêz Ocalan ji bo xwedîderketina pêvajoyê banga li hemû kesan dike. Bixwe jî biryardariya xwe ya ji bo pêvajoyê ji heyetê re ragihandiye. Birêz Ocalan dixwaze kêmasiyên tifaqa Kurd û Tirk temam bike û sed salên windabûyî bi paş ve bi dest bixe.”

Ayşegul Dogan li ser qanûna çarçoveyî jî axivî û diyar kir ku divê pêşnûme bi fikreke hevpar ji Komîsyona Edaletê û Desteya Giştî ya Meclisê re bê şandin û ev yek anî ziman: “Ev yek wê hem pêvajoyê li pêş bixe û hem jî xetereyan kêm dike. Ji bo wê jî em li bendê ne li ser pêşnûmeyê lihevkirinek pêk were. Em jî dizanin tenê bi çêkirina qanûnekê pirsgirêka sed salî ya Kurd çareser nabe. Em ji destpêkê ve dibêjin; piştî qanûna çarçoveyî divê di qanûnan de jî sereratkirin bê kirin. Divê di qanûna înfazê, Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) û Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de guhertin were kirin. Pêvajo bi hewcedariya jiholêrakirina van qanûnan dest pê kiriye.”