NY: Jinên ji Sûdanê nekin amûrên şer

NYˊyê li ser hilweşîna rewşa mirovî ya ku jinên li Sûdanê rûbirûyî wê ne, nexasim jinên ji tundiya cinsî rizgar bûne, hişyarî da. NYˊyê aşkera kir ku herî kêm pêdiviya 84 hezar jinên ducanî bi baldariya tenduristî heye.

NY: Jinên ji Sûdanê nekin amûrên şer
17 tebax, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

NYˊyê li beramber hilweşîna rewşa mirovî ku jinên li Sûdanê rûbirûyê ne, nexasim jinên ji tundiya cinsî rizgar bûne fikarên xwe anîn ziman. NYˊyê diyar kir ku 84 hezar jinên ducanî ku ew ê 3 meh din biwelidin di şert û mercên pir giran re derbas dibin, xizmetguzariyên tenduristî yên bingehîn pir kêm in.

Gerînendetiya Herêmî ya Sendoqa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo şêniyên li dewletên Erebî Leyla Bekir di hevpeyvîneke xwe de ku malpera NYˊyê weşandiye got "Jinên li Sûdanê di şert û mercên mirovî yên pir dijwar re derbas dibin, nexasim ên ji tundiya cinsî rizgar bûne. Sendoq û şirîkên wê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan dixebitin."

Leyla hişyarî da civata navneteweyî û terefên dijber û ev tişt anî ziman "Divê ew alî rê nedin ku jin û jinên ciwan bibin amûrên şer" û destnîşan kir ku "Nêzî 84 hezar jinên ducanî li Sûdanê ku tê tercîhkirin ku di 3 mehên din de biwelidin di şertên hêmanên baldariya tenduristiyê kêm de dijîn."

Leyla got "Ger tu di tundiya civakî re derbasî bûye; ku xwarin kêm e û baldariya tenduristî yên destpêkê ne, tu dikarî mezinahiya fikara ku ew jin dijî xeyal bikî." Leyla di berdewama gotina xwe de anî ziman ku "Sendoq girîngiyê dide hêsanbûna welidandina ewle, pêşkêşkirina baldariya tibî û derûnî ji jinên ji tundiyê hatine rizgarkirin. Lê ji ber parastina rûmet û aştiya wan tu hûrgiliyên dîtir aşkera nekirin.

Leyla li hember "xemsariya navneteweyî" ji bo krîza Sûdanê fikara xwe anî ziman.

Di dawiyê de Leyla da zanîn ku tiştê wê ditirsîne ew e ku xeteriya berçîbûnê ye, lê ruxmî wê hêviya xwe nîşan da ku Sûdanî piştî bidawîbûna şer dikarin di jîngeheke aramtir de bijîn.

(fr)