Li Hemayê gundek bi darê zorê hate valakirin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li herêma Sehil El Xab a Hemayê gundek bi darê zorê vala kir.

Li Hemayê gundek bi darê zorê hate valakirin
17 tebax, 2025   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser mijarê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê şêniyên gundê Kefer Eqîd ê Sehil El Xab ê Hemayê bi darê zorê ji malên wan derxistin. 

SOHRˊê destnîşan kir ku gund bi darê zorê hat valalkirin û rê ne hat dayîn ku gundî ji bilî çilên li ser xwe tiştekî xwe yê malê derxin. Li gorî SOHRˊê çekdarên hikumeta veguhêz ji gundiyan re gotiye gund bûye yê hinên din û tiştekî wan di gund de nemaye.

Hêjaye gotinê gundê Kefer Eqîd ne ketiye nav pêla şewatê ya li Sehil El Xab û tu têkiliya şewata daristanan li herêmê bi mijarê ve tune ye.

(dc)