NY: Êrişên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer in

Komîteya Lêpirsînê ya NYˊyê ya taybet bi Sûriyeyê di raporeke xwe de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî stasyonên enerjiyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikevin xana sûcên şer û binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî ye.

NY: Êrişên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer in
11 adar, 2024   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Lêpirsînê ya NYˊyê ya Kar û barên Sûriyeyê îro raporek da. Komîteyê di raporê de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikevin xana sûcên şer.

Di raporê de hat diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî stasyonên enerjiyê êriş pêk anîn. Di encamê de mîlyonek welatî ji av û kehrebeyê ji bo çend hefteyan mehrûm man. Ev jî binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî ye. Bi êrişên balafirên bêmirov jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Ev jî sûcên şer in.

Di raporê de paşguhkirina dosyeya zarokên DAIŞ'ê ji aliyê civata navneteweyî ve hat behskirin. Endama komîteyê Lynn Welchman di raporê de got: "Cîhan dixwaze vê yekê ji bîr bike. Lê ev 5 sal e DAIŞ li Baxoza Sûriyeyê têk çûye. Hîn jî nêzî 30 hezar zarok di girtîgeh û navendên perwerdekirinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girtî ne. Ew zarok di dema kontrola herêmê ji hêla çeteyên DAIŞ'ê de bûn qurbanî."

Lynn Welchman wiha domand: "Em bang li her dewletekê dikin ku rê bidin zarokên xwe, her wiha zarokên Sûriyê yên ku li kampan dimînin ku vegerin welatên xwe û ji bo ji nû ve bicihkirina wan di nav civakê de tedbîr bên girtin."

Komîte dê rapora xwe di 18'ê Adarê de pêşkêşî Meclisa Mafên Mirovan bike.

(mh)