Rûspiyên Til Temirê bang li dewletên Ereban kir tev li hemleya komkirina îmzeyan bin

Rûspiyê eşîra Begara ya çiyayê Kizwanê bang li dewletên Ereban û tevahî dewletên cîhanê kir ku tev li hemleya banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bin.

Rûspiyên Til Temirê bang li dewletên Ereban kir tev li hemleya komkirina îmzeyan bin
Rûspiyên Til Temirê bang li dewletên Ereban kir tev li hemleya komkirina îmzeyan bin
Rûspiyên Til Temirê bang li dewletên Ereban kir tev li hemleya komkirina îmzeyan bin
Rûspiyên Til Temirê bang li dewletên Ereban kir tev li hemleya komkirina îmzeyan bin
Rûspiyên Til Temirê bang li dewletên Ereban kir tev li hemleya komkirina îmzeyan bin
Rûspiyên Til Temirê bang li dewletên Ereban kir tev li hemleya komkirina îmzeyan bin
Rûspiyên Til Temirê bang li dewletên Ereban kir tev li hemleya komkirina îmzeyan bin
Rûspiyên Til Temirê bang li dewletên Ereban kir tev li hemleya komkirina îmzeyan bin
Rûspiyên Til Temirê bang li dewletên Ereban kir tev li hemleya komkirina îmzeyan bin
11 adar, 2024   18:54
HESEKÊ

Di çarçoveya hemleya 9'ê Sibatê ya ji bo banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, komîteyên xwebexş ên komkirina îmzeyan berê xwe da herêma çiyayê Kizwanê da ku komkirina îmzeyan bidomînin.

Komîteyan ji saetên sibê de li gundên Sebi Zilam, Deliyaln Jorîn, Deliyan Jêrîn û Seyid Hîsan ên herêma çiyayê Kizwanê yê ku 65 kîlometre dikeve başûrê navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê, dest bi komkirina îmzeyan kir.

Rûspiyê eşîra Begara ya çiyayê Kizwanê ku beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bû Elî Hisên Mihemed ji ajansa me re got: "Şêniyên çiyayê Kizwanê bi coşeke mezin tev li hemleyê bûn. Ew bi fikrên Rêbertî û biratiya gelan di navbera gelên Kurd û Ereb de bawer in."

Mihemed bang li dewletên Erebî û tevahî dewletên cîhanê kir ku tev li hemleyê bin û hewldanên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde bikin.

(mh)