NY: Di şerê li Lubnanê de 2 hezar û 82 kes hatin kuştin

Li gorî NYˈyê, di encamê şerê li Lubnanê de 2 hezar û 83 kes hatine kuştin û 9 hezar û 869 jî birîndar bûne.

NY: Di şerê li Lubnanê de 2 hezar û 82 kes hatin kuştin
10 cotmeh, 2024   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ofîsa Hemahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekbûyî (NY), di encamê şerê ji 23ˈyê Îlonê ve yê li Lubnanê de 2 hezar û 83 kes hatine kuştin, 9 hezar û 869 jî birîndar bûne, 608 hezar û 509 koçber bûne, 180 hezar û 700 bê cih in û 350 hezar zarok jî koç bûne.

Ofîsê diyar kir ku li Lubnanê rewşa mirovî bi aloziyê re rû bi rû ye "Êrişên hewayî yên Îsraîlê zêdetir dibin û herêmên ewle jî didin ber xwe. Hedefkirina binesaziya sivîlan zêdetir dibe."

Li gorî ofîsê "Fermanên valakirina zêdetirî 100 gundan û taxa Hederî ya li başûrê Lubnanê hîna xelkê neçarî revê dikin. Çareyeke erda Lubnanê niha di bin fermanên Îsraîlê yên koçberiya leşkerî de ne."

Ofîsa NYˈyê têkildarî qada tenduristiyê jî destnîşan kir ku êrişên domdar ser navend û xebatkarên tenduristiyê hene. Ofîsê da zanîn ku piraniya dibistanên giştî wekî spartgeh hatine bikaranîn.

Koordînatora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê, Jeanine Hennis Plasschaert, di civîneke çapemeniyê de got: "Lubnan rûbirûyê nakokî û krîzeke mirovî ya bi rêjeyên felaketî ye".

(bb)